Rojava | Hêza Amerîkî nehist hêza Rûsî derbas bibe

Rojava | Hêza Amerîkî nehist hêza Rûsî derbas bibe

PeyamaKurd -  Ev demek e hêzên Amerîkî û Rûsî li Rojavayê Kurdistanê rê li ber hev digirin û nahêlin derbas bibin. Beriya niha jî du caran rêgiriya hevdu kiribûn.

Herî dawî hêzeke Amerîkî dîsa rê li ber karwana polîsê leşkerî yê Rûsî girt û rê neda ku derbasî bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê bibe.

Li gorî ragihandina peyamnêrê K24ê ji Qamişlo, îro hêzeke Amerîkî li ser riya di navbera bajarokê Girkê Legê û Dêrikê de li pêşiya Polîsên Serbazî yên Rûsî girt û rê neda wê nêzîkî Dêrikê bibe, hêza Rûsî jî neçar bû careke din vegere Qamişlo.

Bi taybet piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê û li gorî rêkeftina ligel Tirkiyê belavbûna hêzên Rûsî li nav Rojavayê Kurdistanê, bûyerên rê li ber hev girtinê zêde bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin