Îran: Balafirên me bi hêza baweriyê dikarin bigihîjin baregehên Amerîkî

Îran: Balafirên me bi hêza baweriyê dikarin bigihîjin baregehên Amerîkî

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Emîr Xatemî, îro 15ê Gulanê ragihand ku balafirên wan ên şer dikarin di ser sîstemên herî pêşkeftî yên parastina asmanî ya Amerîkayê re derbas bibin.

Xatemî diyar kir ku bi "hêza baweriyê" balafireke wekî 'F-5' dikare bigihîje asmanê baregehên Amerîkayê yên li Kuweytê û destnîşan kir ku ev hêz dijminan şaş dike heta ku bi şaşî balafirên xwe bixwazin bikin armanc.

Xatemî da zanîn ku hêzên Îranê dê heta dilopa dawî ya xwîna xwe berevaniyê di ber serweriya Komara Îslamî de bikin.

Bîlançoya giran a CENTCOM'ê li dijî Îranê

Li aliyê din Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper, li pêşberî Komîteya Xizmetguzariya Serbazî ya Senatoya Amerîkayê amarên girîng eşkere kirin.

Cooper ragihand ku beriya operasyona wan a li dijî Îranê, komên ser bi Tehranê ve zêdetirî 350 caran êrîşî leşker û dîplomatên Amerîkî kiribûn. Cooper tekez kir ku Amerîka bi temamî gihîştiye armancên xwe yên serbazî û bi êrîşên xwe %90'ê pîşesaziya parastinê ya Îranê ji nav biriye.