PeyamaKurd - Li gor zanyariyan piştî ku testa koronayê ya kesekî pozîtîf derket, gundê Buxur hat karantînakirin û bang li xelkê gund hat kirin ku ji malên xwe dernekevin.
Li gor zanyariyan, testa kesekî ku temenê wî 57 sal e ku ji Stenbolê serdana kesûkarên xwe yên li wî gundî kiribûn, pozîtîf derket û li ser vê yekê biryar hat dayîn ew gund bê karantînakirin.
Li aliyê din li gor zanyariyan, birayê wî kesî red kir ku bo nexweşxaneyê bê veguhastin û bikeve bin çavdêriyê, li ser vê yekê jî ji bo ew kes ji mala xwe dernekeve bergirî hatin girtin.
Hêjayî gotinê ye ku gundê Buxur dê 14 rojan di bin kerentînê de bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin