Tirkiyê lêgerîna gazê ya li Derya Spî rawestand

Tirkiyê lêgerîna gazê ya li Derya Spî rawestand

PeyamaKurd – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê Keştiya Oruç Reîs ku li Derya Spî lêgerîna gaz û petrolê dike û bûye sedema aloziyê di navbera welatên Yunanistanê û welatên Derya Spî de, daxuyanî da û got, “Serokomarê me got, em çêker bin û heta demekê bidin rawestandin.”

Kalin di bernameya CNN TURKê de, li ser mijara binpêkirina serweriya avên deryayê û rageşiya di navbera wan û Yunanistanê de û li ser Keştiya Oruç Reîs a lêgerîna gazê dike axivî.

Kalin got ku ew nehatine asta rûbirûbûna şer û Yunanistan jî wek cîraneke girîng pênase kir.

Berdevkê Serokomarê Tirk wiha axivî: “Em amade ne van hemû mijaran bi Yunanistanê re biaxivin. Bila xebatên xwe li ser kûrahiya avên xwe bidomînin û li herêmên nakokî li ser heye jî xebatên hevbeş bêne kirin. Birêz Serokomarê me got, em çêkir û demekê bidin rawestandin. Werin em meseleya xwe ya duali bi hev re çareser bikin. Ne mimkun e endamtiya Yekîtiya Ewropayê wekî fişarê li ser me bikar bînin û bigihîjin encamekê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin