Zekemê (persiv) 81 kesî kust

Zekemê (persiv) 81 kesî kust

PeyamaKurd- Li welatê Îranê her diçe jimara miriyên bi sedema zekemê zêdetir dibin. Cîgirê wezîrê tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Reîsî ragihand ku ji serê êlûnê heya niha ji ber nexweşêna persivê an ku zekemê 81 kes jiyana xwe ji dest dane. Reîsî ragihandina xwe di rêya ajansa fermî ya Îranê di rêya IRNA yê de da û got ku di nava hefteya dawiyê de 8 hezar û 333 kes bi giliyên zekemê seredana nexweşxaneyan kirine.

Seredanêrên nexweşxanê nîvê wan li nexweşxaneyan bi sedema zahmetiya sitendina nefesê, her yek li nexweşxanê ji 2 rojan zêdetir mane lê yên din li ser piya hatine tedawîkirin.

Li Îranê di mehên dawiyê de li eyaletên Gulîstan, Mazenderan Kehguliye-Buyer Ahmed, Kirman û Ahwazê vîrusa H1N1 ê hatibû dîtin ku vîrusa beraza ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin