PeyamaKurd - Nûnera Netewên Yekbûyî li Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, dema vê yekê hatiye ku diyalogeke netewî li Iraqê bihê encamdan.
Nûnera Neteweyên Yekbûy (NY)î li Iraqê, amaje bi rûbirûbûn, alozî û pevçûnên navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û xwepêşanderan dike û dibêje, tundûtîjî, tenê tundûtîjiyeke zêdetir bi xwe re tîne, û pêwîst e xwepêşandanên aştiyane werin parastin.
Jeanine Hennis-Plasschaert hişyarî da û got, nabe hêrsbûna xelkê kêm bihê dîtin û bi şaşî nirxandin bo wê hêrsbûnê bê kirin.Ew zêdetirî 11 rojan e ku xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî hikûmetê, li bajarên Bexda, Besra, Mîsan, Zîqar, Kerbela, Necef, Dîwaniye, Wasit, Babil û Musenayê berdewam in.
Li gor Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha nêzîkî 300 kes hatine kuştin û zêdetir ji 12 hezar kesan jî birîndar bûne. Tevî berdewambûna xwepêşandanan, lê rewş li Bexdayê û bajarên din ên başûrê Iraqê hinek asayî bûye û ji ber wê yekê jî hikûmetê astengiyên li ber tora înternetê rakirin.
Li aliyekî din hêzên ewlekariyê li Bexdayê, ji bo tundtirkirina parastina navçeya Kesk a Bexdayê, pira Ehrar jî li ser hatin û çûnê girtin. Xwepêşanderên nerazî yên Iraqî ew çend roj in ku hewl didin derbasî nav navçeya Kesk a Bexdayê bibin û dest bi ser sazî û dezgehên hikûmetê de bigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin