PeyamaKurd-Di operasyona ku di 12ê Nîsanê de li Diyarbekir û 6 bajarên din hatibû kirin de ji 48 kesên hatibûn binçavkirin, 18 kes îro hatin girtin. Doz, li ser alîkariya darayî ya PKKê hatibû vekirin.
Ji bo 48 kesên ku li ser lêpirsîna Kobanê hatibûn binçavkirin, îro ji aliyê Dadgeha Enqereyê ve biryar hat dayîn. Ji binçavkiriyên ku hatin dadgehkirin, 18 kes jê îro hatin girtin. Hat zanîn ku di nav girtiyan de Wekîla Serokê Meclisa Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê (DTSO) Gulşen Duran, Abdullah Bozkoyun, Eyupcan Ocal, Erdal Avcı, Berat Anlı, Fecri Tayfun, Umit Guneş, Zana Doner, Nizamettin Onar, Burhanettin Buduş, Hasan Ugur Çat, Mehmet Koyuncu û Huseyin Daş hatine girtin. Hat zanîn ku 10 kes jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt, serbest hatine berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin