PeyamaKurd- Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li Bexdayê li koşka serokkomariyê bi serokên eşîran û rûsipiyên ku li Kerkûkê dijîn re hevdîtinekî pêkanî.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih di civînê de ragihand ku Kerkûk nabe bi qayyûm bê îdarekirin û divê pirsgirêk di çarçoveya qanûna bingehînde bê çareserkirin. Li gor ragihandina serokkomariyê; divê pirsgirêkên bajêr bi pêkhateyên li bajêr re û li gor qanûna bingehîn bêçareserkirin. Berhem Salih weha got:
“Divê arîşeyên Kerkûkê li ser bingeha qanûna makezagonê bên çareserkirin û bo vê çareseriyê, di nav pêkhateyan de bo aramî û hûzûrê diyalogên pêkhateyan pir başin. Kerkûk bi qayyûm û zordariyê nayê îdarekirin. Serokwezîr Mustafa Kazimî jî di mijara çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê de bi dil û can dixwaze meselê çareser bike.”
Berhem Salih her weha got ku dahata petrola li Kerkûkê tê hilberîn, divê bo xizmeta xelkê Kerkûkê bê serfkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin