PeyamaKurd – Li 14 deverên ser bi Şirnexê ve heta salekê qedexe hat ragihandin. Parêzgariya Şirnexê diyar kiriye, ji 1 Rêbendanê ve, 14 deverên ser bi bajarê Şirnexê ve wek deverên ewlehiyê yên demkî hatine destnîşankirin.
Li gor daxuyaniya Parêgariya Şirnexê, devera çiyayê Cûdî, devera Bestanê, devera Kureşînê, devera çiyayê Gabarê û 10 deverên din yên çiyayî wek deverên demkî yên ewlehiyê ango deverên qedexekirî hatine destnîşankirin û wê qedexe heta 31ê Berfembara 2022an berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye, beriya sala 2020an jî gelek caran li bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber operasyonên leşkerî deverên qedexekirî dihatin ragihandin. Parêzgariyê hişyarî daye welatiyan ku bêyî agahdariya saziyên ewlehiyê li deveran negerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin