PeyamaKurd - Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber operasyonên ser PKKê li navçeyên Licê, Pasûr û Farqînê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, li 21 herêm û mezreyên navçeyên Licê, Pasûr û Farqînê ji ber operasyoneke leşkerî ya bi ser endam û berpirsên PKKê û hilweşandina cihên lê vedihewin, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Hat diyarkirin ku qedexeyê îro Pêncşemê dest pê kiriye û dê piştre derbarê dawîbûna qedexeyê de daxuyanî bê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin