PeyamaKurd - Li bajarê Colemergê ya Bakurê Kurdistanê ji bo dema15 rojan qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin.
Waliyê Colemergê ragihandiye ku, li 5 deverên ser bi bajarê Colemergê û navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê ve ketin û derketin hatiye qedexekirin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku qedexe dê 15 rojan dom bike.
Hatiye ragihandin ku biryara qedexeyê li wan 5 herêman, ji ber sedemên ewlehiyê hatiye dayîn û qedexe ji îro 28ê Kanûna 2019an ve dest pê dike û heta 11ê Çile (meha yekê) ya 2020an bi dawî dibe.
Li gor daxuyaniyê, di heyama qedexeyê de dê operasyon bêne pêkanîn.
Berê jî, bi biryara Walîtiyê ji roja 18ê Berfanbarê heta 22ê Berfanbarê li 2 cihên ser bi bajarê Colemêrgê ve û herwiha li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê wek “herêmên taybet ên ewlekariyê” hatibûne diyarkirin.
Hikûmeta Tirkiyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê û operasyonên li dijî wan, li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û bajar û bajarokên wê qedexeya hatin û çûnê û herêmên ewlehiyê yên taybet radigihîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin