PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber barîna berfa zêde li bajarên Qers û Batmanê yên Bakurê Kurdistanê, li 9 navçeyan rêyên 230 gundewaran hatine girtin.
Li Qersê ji ber barîna berfa zêde li navenda bajêr rêyên 13 gundewaran, li navçeya Akyaka 6, li Arpaçay 19, li Dîgorê 9, li Kaxizmanê 40, li Sarqamişê 17, li Selîmê 6 û li Susuzê rêyên 10 gundan hatin girtin.
Li bajarê Batmanê jî ji ber bandora berfa ku ji 26ê Çileyê ve dewam dike, li navçeyên Sason û Hezoyê rêyên 110 gundewaran hatin girtin.
Xebatên bo vekirina wan rêyan hîn berdewa dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin