PeyamaKurd – Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê di encama rûdaneke trafîqê de, wesayîteke koçberên neyasayî wergeriya û 17 koçber birîndar bûn.
Zanyarî diyar dikin, şeva din wesayîta ji Agirî ber bi bajarokê Zêdkan diçû, berî bigihe Zêdkan bi 6 kîlometreyan ji rê derket û wergeriya. Di wesayîtê ku nêzî 25 koçberan tê de hebûn, 17 koçber birîndar bûn.
Piştî bûyerê, birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Agirî hatin veguhestin.
Di derbarê nasname û rewşa tendirûstî ya koçberên birîndar de, tu zanyarî nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin