Li Amedê êrîsê xebatkarên ambûlansê kirin: 2 birîndar

Li Amedê êrîsê xebatkarên ambûlansê kirin: 2 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê bi sedema ku serê nexweşekî zêde dêşê, bangî ambûlansê dikin û dema ambulans diçe cem nexweş, wezîfedarên ambûlansê dixwazin mudaxeleya ewilî li wê derê bikin lê xwediyên nexweş îtîraz dikin û dixwazin nexweş bibin nexweşxanê û li nexweşxanê mudaxele bikin.

Li ser babetê li hev nakin, mirovên nexweş bi şûşeyên bûzê û kêran êrîşê xebatkarên ambûlansê dikin. Di encamê de 2 xebatkarên ambûlansê birîndar dibin.

Bûyer ber destê êvarê li navça Peyasê (Kayapınar) li taxa Barişê diqewime. Kesên birîndar bûne du zilamin û navên wan Z.B. û E.T.ne. Li ser bûyerê, polîs diçe ciyê bûyerê. Her dû birîndaran dibin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Gazi Yaşargil.

Rewşa her dû birîndaran başe û piştî raporên xwe distînin, giliyê êrîşkeran dikin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin