PeyamaKurd – Li bajarê Amedê (Diyarbekir) li sê ciyên ku mirov zêde qelebalixin cîhazên Otomatik Eksternal Defibrilatör (OED) bicîh kirin. Cîhaz bi hevkariya wezareta tenduristiyê û şîrketa ASELSANê hatin bicîh kirin.
Armanca cîhazan ew e ku heya tîmên tenduristiyê bigihên ciyê bûyerê herkes dikare wan cîhazan bikarbîne. Cîhaz ji bo nexweşên dile ku dema dilê wan bisekine an bi yek carî krîza dil derbas bikin, herkes dikare bikarbîne.
Cîhaz, bikaranîna xwe di rêya deng de îdare dike. Kesên cîhazan bikarbîne ne hewceye zanabin. Tenê li pey fermana dengê cîhaz herin bes e. Ciyên cîhazan li wan bicîh kirine ev in.
Park 75: Navça Peyasê Anıtpark.
Anıtpark: Yenişehir
Navça Sûrê: Li hembere dêra Mar Petyun ya Keldani
Cihaz çawa tê bikaranîn? Dema cîhaz ji qutiya wê derdixî bi deng te îdare dike. Tu dê çawa pedal li ser singa nexweş bicîh bikî, divê tu dest nedî cîhaz gav bi gav te îdare dike.
Dema pêwist be dikarî analiza dewra dil bikî, dema pêdivî hebe dikarî şoqê bidî nexweş. Talûka van kiryaran jî tine ye.