PeyamaKurd – Lîderê Kibrisa Rûman Nikos Hristodulidis ragihand ku bi Fransayê re peymana SOFA îmza kirine. Peyman derfetê dide ku di bin hinek şertan de leşkerên Fransayê li Kirbrisê bicîh bibe û pêwendiyên navbera her dû welatan xwurt bikin.
Nikos Hristodulidis di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku cîbicîhkirina peymanê destpêkiriye û bi destpêkirinê re, di otonomiya stratejik ya bi Yekîtiya Ewrûpa re, dê destekê bide hedefa wan ya hevpar.
Destpêka ravekirina peymanê di 23ê Nîsana 2026an de di wexta serokê Fransayê Emmanuel Macron çûbû Kibrisa Rûman, dest bi axaftina peymanê kiribûn û niha peymana SOFAyê îmza kirin.
Peyman, rê dide ku hebûna leşkerî ya Fransayê li Kibrisê hebe û ji bo Rojhilatê Derya Sipî û Rojhilata Navîn di seha hûqûqê de bibe xwediyê bingehekî hûqûqî.
Lîderê Kirbrisa Rûman Nikos Hristodulidis got ku peyman destpêkiriye û di peymanê de heye ku Fransa baregehên leşkerî û avahiyên esasî yên Kibrisê bikarbîne.
Di peymanê de heye ku Fransa û Rûm di nav xwe de teknolojiya leşkerî parvebikin, tetbîqatên hevbeş bikin û bikevin nav diyalogên stratejîk.