PeyamaKurd – Li navçeya Dîcleyê ya Ameda bakurê Kurdistanê wesayîteke zirxî ya tîmên taybet qulibî û di encamê de 2 polîs mirin û 4 polîs jî birîndar bûn.
Qeza îro şemiyê dane sibehê li navçeya Amedê ya Dîcleyê pêk hat. Wesayîteke zirxî ya polîsan qulibî û di encama wê qezayê de 6 polîsên tîma taybet a Tirkiyê birîndar bûn.
Birîndar piştî mudaxeleye ewil a pizîşkî bo Nexweşxaneya Zanîgeha Dîcleyê hatin veguhestin.
Piştî demekê ji 6 polîsên birîndar 2 polîsan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin