PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li taxa Bayındırê zilam bi navê M.T.(60) ku nobedariya înşaata 4 qatî dikir, ket valahiya ciyê asansorê û can da. Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, polîs, îtfaiye û tîma lezgîn ya 112an çûn ciyê bûyerê.
Cenazê nobedar birin morga nexweşxana lêkolîn û perewerdê ya Batmanê. Li ser bûyerê lêkolîna beşên pêwendîdar dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin