PeyamaKurd – Li ser rêya bajarê Qersê û navça Selîmê mînîbusa aîdê şaredariyê û yekî dinê li çarrêya Qaxizmanê li hev ketin û di encamê de 27 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê û rewşa yek ji wan birîndaran baş nîne.
Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Harakani û ya zankoya Qafqasyayê ya lêkolînê û perwerdê. Parêzgeha bajarê Qersê ragihand ku bûyer seet di 16.40an de bûye, 7 ambûlansan şandine ciyê qezayê da birîndaran bibin nexweşxanan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin