PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê agir bi rebeyekî SUV ya rawestiyayî ket û di pey de agir ji wê erebê bi ya kêleka xwe ket. Dema agahî giha îtfaiyê, îtfaiye çû ciyê şewatê û agir vemirand.
Şewat li taxa Yeni Mahalle bi erebe ket. Sedema şewatê nehat zanîn lê şewat ji motorê destpêkiriye. Şewat ji wê erebê derbasî ya din dibe û heta agir vedimrînin her dû erebe dibin ku êdî nayên bikaranîn.
Li ser şewatê îtfaiye û polîs dixebitin da sedema şewatê tesbît bikin.