Li bajarê Wanê 6,916 kes diçin ser sindoqa TSOyê

Li bajarê Wanê 6,916 kes diçin ser sindoqa TSOyê

PeyamaKurd – Ode ya Sanayî û Baziganiya bajarê Wanê (Van TSO) îro seet di 09.00an de dest bi hilbijartina serok û rêvebiriya nû ya odeyê kir. Wê ji 19 grûbên pîşeyî 9,916 kes dengên xwe bidin û rêvebiriya nûh hilbijêrin.

Di hilbijartinê de serokê odê yê niha Necdet Takva û bi temamî 4 namzed bikevin hilbijartinê. Hilbijêr dest bi dengdanê kirine. Di lîsta namzedan de serokê niha Necdet Takva, Zahir Kandaşoğlu, İrem Bayram Yeşil û İzzet Çoban hene.

Hilbijartin li Van Anadolu Lisesi çêdibe û hêzên ewlehiyê tedbîrên xwe girtine. Hilbijartin wê seet di 17.00an de biqede.