PeyamaKurd – Bi sedema şerê navbera Îran û DYA-Îsraîlê geştiyariya ku ji bo bajarê Wanê dihat kirin li gor sala borî %50 heya %60 kêm bûye.
Tijebûna otêlên bajarê daketiye %20an. Gelek kargeh hatine girtin û karker ji ser karên wan hatine derxistin. Sedemeka dinê jî reklame an danasîna kême ku bajar bi geştiyaran nadin nasîn.
Acentayên geştiyariyê yên li bajarê Wanê ji her 100 acenteyan 30yê wan hatine girtin.
Niha tekane deriyên ku bajarê Wanê bi derve re girêdide deriyên Îranê ne ku ew jî bi sedema şer çûn û hatina wan kêm e.
Li aliyê dinê bihayê mazotê ji ber zêde ye, ew jî maliyeta çûnûhatê zêde dike. Dema bi otobusan seferan dikin maliyeta bilêtan zêde dibe.