PeyamaKurd – Bajarê Ezirganê (Erzincan) yek ji wan bajarê Kurdistanê ye ku lê mêşên hingiv xwedî dikin û malbat dikarin debara xwe bi hingiv bikin.
Niha dest bi derxistina hingivên kewaran kirin û li benda encama keda xwe ya bi mehane. Ji bo hingivê xwe derxin tam wext hatiye û divê hingivê xwe bixin bazara firotinê.
Rêvebirên çandiniyê û yekîtiya hilberîna hingiv yên Ezirganê li navça Kemaliye ya bi ser Ezirganê ve, li gundê Qerebaşê tevlî merasina derxistina hingiv bûn.
Xwediyên mêşan bende ne ku îsal 1500 ton hingiv bikeve destê wan. Flora Ezirganê, gul û giyayên li der û dora Ezirganê hene, ji bo bereket û tama mêşan gelek baş e.
3 cûreyên hingivê Ezirganê li seranserê Tirkiyê xwediyê nîşana erdnîgariyêne û li seranserê Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê tê firotin.
Zozan û çiyayên Ezirganê ji bo hilberîna hingiv gelek başin û para hingiv di dahata bajêr de xwediyê parekî baş e.