Li Dêrsimê dest bi derxistina "Hingivê Mûnzûrê" kirin

Li Dêrsimê dest bi derxistina "Hingivê Mûnzûrê" kirin

PeyamaKurd – Li Dêrsimê li zozanên navçên Ovacıkê û Pulumurê kesên karê hingiv dikin û mêşan xwedî dikin, di demsalê de hingivê ku bi dest dixin yê bi navê “Hingivê Mûnzirê” ji kewaran derdixin û dixin bazara herêmê, Kurdistanê û dinyayê.

Zozanên navçên Pulumirê û Ovacikê bi xweza, av û flora xwe ve, ji bo xwedîkirina mêşên hingiv gelek başin. Kesên bi hingiv meşxûlin, piştî îzna xwe distînin mêşên xwe dibin Munzûrê, Mercanê, Meydan ê Helê bin qûntara çiyayên wan.

Mêşvan, di konan de dihewin, bi plan kontrola mêşên xwe dikin da bereketa hingiv zêde be. Mêşvan di rojê de cilên xweparastina ji mêşên hingiv li xwe dikin, şanên hingiv derdixin û li binê konan kom dikin.

Gelekcaran hingişvê xwed dipalînin, dikin paket û bi navê “Hingivê Munzurê” derdixin bazarê.

Li Kurdistanê hingivê Munzurê, Beytuşebabê, Berwariya, Şemzîna, Colemêrgê bi nav û deng in.