PeyamaKurd- Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde û şert û mercên xirab ên hewayê, jiyan li gelek deveran rawestiya.
Li bajarên wekî Xarpêt (Elezîz), Çewlig, Sêrt, Şirnex û Mêrdînê ji ber berf û bahozê, rêyên 770 gund û navendan ji çûnûhatinê re hatin girtin.
Herwiha li bajarê Diyarbekirê jî li herêmên gundewarî pirsgirêkên veguhestinê rû dan û ji ber mij û seqayê hin geştên balafiran hatin betalkirin.
Li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, dibistan ketin betlaneyê û karker û xebatkar nekarîn biçin ser karên xwe.
Tîmên Îdareyên Taybet ên Parêzgehan û şaredariyan ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin. Rayedaran hişyarî da welatiyan ku li hemberî qeşagirtin û bahozê baldar bin û heta ku ne mecbûr bin neçin rêyên dûr. Ji ajokaran jî hate xwestin, bi baldarî tevbigerin û tedbîrên pêwîst bo derketina rêyan bistînin.