PeyamaKurd – Li başûrê Kurdistanê di operasyona Tirkiyê ya bi navê Operasyona Pençe-Kilit de leşkerê bi navê Selman Güler bi sedema teqîna mayîneka ku bi dest hatibû çêkirin û çandin, teqiya û di encamê de leşkerê piyade yê navborî can da û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) mijarê bi awayekî nivîskî ragihand. Wezaret got ku birîndaran birine nexweşxanê ji bo dermankirinê lê behsa navên leşkerên birîndar nekir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin