Li Batmanê grûba biyanî ya 20 kesî êrîsê tîma 112 ê ya lezgîn kirin

Li Batmanê grûba biyanî ya 20 kesî êrîsê tîma 112 ê ya lezgîn kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê bi sedema nexweşekî agirê wî bilind bû telefona 112 ê ya tîma lezgîn ya tenduristiyê kirin. Dema tîma lezgîn çû ciyê bûyerê û nexweş hilanîn gelek kes xwestin li ambûlansê siwar bibin lê tîmên 112 ê gotin ku li gor qanûn tenê yek kes dikare bi nexweş re siwar bibe.

Li ser bûyerê grûbeka bi 20 kesî bi dar û keviran li tîmên 112 ê xistin û ambûlans karibû xwe rizgar bike. 2 kesên tîmên lezgîn yên 112 ê birîndar bûn. Kesên êrîş kirin temamên wan ji aliyê hêzên asayîşê de hatin desteserkirin. Nehat ragihandin bê biyanî kî ne û ji kîjan welatî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin