PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li taxa Petrolê di wexta şevê de, Muhammed Çelik (22) yê motorsîkletê dajot, li Bulwara TPAO li peyayekî xist ku nasnama wî diyar nebû.
Di qezayê de her dû kes jî giran birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê li ciyê bûyerê wan derman kirin û bi ambûlansan birin nexweşxanê.
Her dû birîndar jî li nexweşxanê can dan. Li ser rûdanê lêpirsîn dewam dike.