PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Tetwanê mînîbusekî û otomobîlekî lihev ketin û di encamê de 1 kes jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê çêbû û ajotvanê otomobîlê Kevi Toksun li ciyê qezayê wefat kir. Di heman alavê de Fırat Toksun, İsmail Toksun, Ceylan Toksun û ajotvanê mînîbusê Bahattin Durmuş birîndar bûn.
Kesên di alavê de asê mabûn, ji aliyê tîmên cendirmeyan, AFAD, UMKE, 112 û îtfaiyê de hatin derxistin. Birîndaran birin nexweşxanên Bedlîsê û Tetwanê. Cenazê Kevi Toksun jî birin morga nexweşxanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin