PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li bajarokê Giresîra (Balpınar) 2 zarokên ku temenên wan 8 û 9 bûn, ketin avê û di encamê de yek ji wan fetisî û yê din rizgar kirin. Zarokê rizgarkirî ji aliyê xelkê ku dîtin zarok ketina avê de hat rizgarkirin.
Li ser rûdanê welatî agahiyê dan tîmên pêwendîdar û zarokê rizgarkirî birin nexweşxanê. Zarokê din jî piştî têmên AFADê lê geriyan dîtin û cenazê wî birin morga nexweşxanê ji bo otopsiyê. Zarokê 8 salî yê ku fetisî navê wî nehat zanîn.