PeyamaKurd - Li navçeya Yedîsu ya Çewligê îro danê sibê erdhejeke bi hêza 4.4 rû da. Li gorî Serokatiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) erdhej di saet 08:01ê de û di kûrahiya 7 kîlometreyan de pêk hat.
Erdhej li navenda bajêr û derdorê jî hate hîskirin û bû sedema tirsê lê ti ziyan nehatin tomarkirin. Piştî ve erdhejê Pisporê erdhejnasî yê navdar Prof. Dr. Naci Goror, bal kişand ser xeta şikesteka (fay) Yedisuyê û metirsiya li vê herêmê anî ziman.
Gorur destnîşan kir ku ev erdhej tam li ser şikesteka Yedisuyê pêk hatiye. Ev xet wekî perçeyekî şikesteka Bakurê Anadoluyê (KAF) tê naskirin û ji zû de ye ku enerjiyeke mezin lê kom bûye.
Hişyariya 7 pileyan da
Li gorî nirxandinên Gorur, li vê herêmê demeke dirêj e erdhejeke wêranker çênebûye (ji sala 1784an vir ve), lewma potansiyela xetê ya ji bo hilberandina erdhejeke bi mezinahiya 7.0 û jortir pir zêde ye.
Gorur bang li rayedaran û gel kir ku li hemberî erdhejê tedbîrên pêwîst bên girtin û avahiyên li vê herêmê bên kontrolkirin.