PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê bi sedema pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) ji bo 15 rojan her cure çalakî û bernameyên cemawerî hatin qedexekirin.
Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku ji bo rêgiriya provokasyonan, parastina ewlehî û yekparçebûna dewlet û milet û pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê ji bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.
Li gorî biryara walîtiyê; çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û xwepêşand, girevên birçîbûnê, vedana konan, vekirina standan û her cure çalakiyên wekî wan ên cemawerî hatine qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin