PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê du gundên li ser rêya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê xistin karantînaya koronayê.
Hat ragihandin ku her du gundên girêdayî bajarê Colemêrgê yên Kirikdag û Çanaklî yên li ser rêya Wanê ji ber tesbîtkirina vîrusa koronayê li ser hin hemwelatiyan hatine karantînakirin û çûnûhatina wan hatiye qedexekirin.
Li gorî biryara Parêzgareya Colemêrgê wê her du gund heta 14 rojan di bin karantînayê de bin û cenderme li derketina wan gundan werin bicihkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin