PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Dêrikê ber destê êvarê di nav dû grûban de pevçûn derket. Her dû grûb bi dar û keviran lihev xistin. Polîsê ku xwest grûban ji hev veqetîne di nav de, 6 kes birîndar bûn.
Sedema pevçûnê nehat zanîn lê li ser pevçûnê polîs çû ciyê bûyerê û wan ji hev veqetand. Di bûyerê de kesên birîndar bûne, polîsê bi navê M.A., ji grûban H.A . (60), İ.A. (35), A A. (17), R.A. (40) û H.A. (25) ne.
Piştî bûyerê birîndaran birin nexweşxana Dêrikê û ji wê derê birin nexweşxaneyên Mêrdînê û Qoserê.
Polîs navên hinek eksan tesbît kir û wan xist binçav.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin