PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê li taxa Hîdayetê di navbera du malbatên eqrebayan de şer derket û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Hêzên asayîşê gelek kesan xist bin çav.
Pirsgirêka navbera malbatên mirovên hev, wekî pirsgirêka naxweyî hat ragihandin. Li ser agahdarkirina hêzên asayîşê û tîmên tenduristiyê, dema çûn ciyê rûdanê, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr yên cuda.
Polîs, gelek kesên ku tevlî şer bûne xist bin çav û li der û dorê tedbîrên asayîşê girtin. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.