PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber barîna berfa zêde li bajarên Dêrsim û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê, di jiyana rojane de astengî çêbûn û rêyên bi dehan gundan jî ji ber berfa zêde hatin girtin.
Herwiha li 5 navçeyên Çewligê û li navçeyeke Dêrsimê rojek navber bo perwerdehîyê hate dayîn û dibe ew dem were zêdekirin jî.
Li bajarê Dêrsimê jî ji ber berf û pûkê rêyên 90 gundan hatin girtin û li herdu bajaran jî bandora neyînî ya berfbarînî didome.
Li aliyê din Saziya Keşnasiyê Meteorolojiyê ji bo bajarên Diyarbekir, Şirnex û Sêrtê jî hişyarî da ku dê sibe berf bibare û welatî bi tedbîr tevbigerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin