PeyamaKurd - Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê, operasyoneke berfireh ji aliyê artêşa Tirkiyê (TSK) ve hat destpêkirin.
Li gor zanyariyên berdest ew operasyon li çoltera navçeyên Pulur û Pulumûrê birêve diçe û herwiha balafirên şerî yên wî welatî jî beşdarî operasyonê dibin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî derbarê wê operasyonê de daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku li herêma Dêrsimê bi beşdariya leşker û hêzên polîs, operasyonek hatiye destpêkirin. Li gor daxuyaniyê 2 hezar û 250 tîmên taybet ên wî welatî beşdarî wê operasyonê bûne.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên taybet ên wî welatî bi helîkopteran hatine veguhestin bo cihên stratejîk û herwiha hatiye belavkirin ku balafirên şer û navgînên hewayî yên bêpîlot jî di wê operasyonê de beşdar in.
Ji aliyê din ve, di çarçova wê operasyonê de hin herêm li geliyê Munzirê ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyê ve têne bombebarankirin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin