PeyamaKurd – Ji şevê din ve li bajarên Diyarbekir, Çewlig û Xarpêtê 3 erdhejên bi pileyên navîncî çêbûn ku bûn sedema tirsê di nav xelkê de.
Li gorî ragihandina Rasatxaneya Kandillî li demjimêr 23:59an li gundê Kaledibi yê navçeya Hênê (Xanî) bi pileya 4an erdhejek çêbû û li bajarên derdorê jî hat hîskirin.
Dîsa li bajarê Çewligê navçeya Gencê jî hevdem li demjimêr 23:59an erdhejeke bi pileya 4.1 rû da,
Herwiha îro 5ê Adarê danê sibehê li demjimêr 7:46an jî li navçeya Maden a Xarpêtê ku hevsînorê Diyarbekirê ye, erdhejeke bi pileya 3.1 çêbû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji dema herdu erdhejên mezin ên 6ê Sibatê yên Mereşê ku bi pileyên 7.7 û 7.5 rû dane ve li herêmê heta niha zêdetirî 11 hezar paşlerz çêbûne û hîn jî dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin