PeyamaKurd - Di operasyonek hêzên ewlekariyê ya li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê da, 27 kes hatin girtin.
Li bajarê Diyarbekirê operasyonek li ser 53 navnîşanan hat pêk hat û di wê operasyonê de 22 kes bi tometa bazirganîkirina bi madeyên hişbir hatin girtin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, di wê operasyonê da dest bi ser 22 kîloyên madeyên hişbir da jî hatiye girtin.
Demek e di operasyonên çend rojên derbasbûyî da, li Amedê 38 kes bi tometa bazirganîkirina bi madeyên hişbir hatibûn binçavkirin û piştî birêveçûna proseya dadgehê, 27 ji wan hatin zindanîkirin û 11 kes jî bi merc hatin azadkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin