PeyamaKurd –Di daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê de hat diyarkirin ku kesê ku hatiye girtin ji teref meqamên edlî ve sewqî girtîgehê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di encama xebatên bi plan û bi hûrgilî yên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Baglarê û polîsan bo girtina kesên ku di çarçoveya sûcên edlî de tên lêgerînkirin, kesê bi navê U.P ku 14 sal ceza lê hatiye birrîn û ji ber sûcên "Bi qestî kuştin û birîndarkirina zarokan" ku, li mala xwe ya li Taxa Yenikoyê ya Baglarê, ji sarinca malê hat derxistin. Piştî girtin û darizandinê, ew radestî girtîgeha Diyarbekirê hat kirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin