PeyamaKurd – Otobusa şaredariya Diyarbekirê li ser pira ser Dîcleyê li otomobîlekî xist û paşî otomobîleka dinê tevlî qezayê bû. Di otomobîla dawiyê de ajotvanê bi navê Hasan Sagun û 3 kes birîndar bûn.
Tîmên lezgîn yên tenduristiyê li ciyê bûyerê tedawiya birîndaran ya ewilî kirin û paşî birîndaran birin nexweşxana Zankoya Dîcleyê ya Tibê.
Alavên ku tevlî qezayê bûn, piştî ji nav rê rakirin, pira Dîcleyê ji nûh de bo çûn û hatinê vebû. Navên her sê birîndarên din nehat zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin