PeyamaKurd- Ji bo romana nû ya nivîskarê navdar ê Kurd Jan Dost a bi navê "Şerê Dawî yê General" ku li ser jiyana Nemir Mele Mistefa Barzanî nivîsandiye, li Diyarbekirê şevek tê lidarxistin.
Kokteyla danasîna pirtûkê bi hevkariya Weşanxaneya DOZê û Kurdistan Chronicle, 20ê Kanûnê roja Şemiyê di navbera demjimêr 15:00 û 18:00’an de li Demir Otel a Diyarbekirê pêk tê.
Hozan Brader bi stranên xwe beşdar dibe
Di çarçoveya vê kokteylê de, dê li ser romana Jan Dost "Şerê Dawiyê yê General" axaftin bên kirin û Hozan Brader jî bi stranên xwe beşdarî bike.
Weşanxaneya DOZê û Kurdistan Chronicle, hemû hezkarên wêje û hunera Kurdî vexwendin şahî û danasîna pirtûkê.

Di vexwendnameya kokteylê de wiha hate gotin: “20ê vê mehê li Sûra Diyarbekirê, derbarê romana dawî ya bi navê Şerê Dawî Yê General a Jan Dost kokteyleke me heye. Herwiha Hozan Brader jî dê bi stranên xwe kokteyla me geş bike. Em dê bi hatina we kêfxweş bibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin