Li Duhokê 4 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Li Duhokê 4 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li nav sînoên parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê 4 kesên dinbi Koronayê ketine.

Wezareta Tendirustiyê îro Duşemê derbarê her çar kesên bi vîrusa koronayê ketine de diyar kir, nexweşên koronayê jineke temen 44 salî û 3 keçên temen 15 û 13 û 9 salî ne û şêniyên xelkê Duhokê ne.

Hêjayî gotinê ye, piştî zêdebûna hejmara pêketiyên koronayê li Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo 6 rojan ji nû ve qedexeya derve û çûnûhatinê ragihandiye ku heta 6ê Hezîranê berdewam dike.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin