Li Duhokê bingeha çend projeyan ji aliyê Serokwezîr ve tê danîn

Li Duhokê bingeha çend projeyan ji aliyê Serokwezîr ve tê danîn

PeyamaKurd – Li Duhokê bingeha çend projeyan ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve tê danîn.

Li gor zanyariyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di saet 10.30an de, li Duhokê hîmê 3 pirojeyan datîne; projeya kargeha ard, xaniyê şûşe bo çandina fêkî û pincar û projeya xwedîkirina çêlek û pîşesaziya xorakê.

Hêjayî gotinê ye, Kabîneya 9em a Hikûmeta Kurdistanê, bi serokatiya Mesrûr Barzanî girîngiyek zêde dide zêdekirina çavkaniyên dahatê. Di vê çarçoveyê de heta niha gelek projeyên cur bi cur li Kurdistanê hatine destpêkirin û cîbicîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin