PeyamaKurd – Bi beşdariya akademisyen û lêkolînerên çend welatan li Zanîngeha Duhokê Konferansa Navdewletî ya Komkujiya Êzidiyan tê lidarxistin.
Hat ragihandin ku di konferansa ku sibe 27ê Çile li Zanîngeha Duhokê dest pê dike de, akademîsyen û lêkolînerên ji welatên Tirkiye, Almanya, Mexrîb, Cezayîr, Tunis, Lîbya û Iraqê bi awayekî online beşdarî dikin û wê 28 lêkolînên zanistî li ser komkujiyê werin pêşkêşkirin.
Rêveberê Navenda Vekolînên Komkujiyê Dr. Salim Casim ji medya Kurdistanê re ragihand, ew dewletên beşdar dê bi rêya online vekolînên xwe li ser komkujiyan pêşkêş bikin û vekolerên kurd û Iraqî dê beşdar bibin û bi rêya semînaran dê vekolînên xwe pêşkêş bikin.
Dr. Salim Casim li ser konferansa ku du rojan dom dike da zanîn, “28 vekoler ji Herêma Kurdistanê, Iraqê, Lîbya, Tirkiyê, Tûnis, Cezayîr, Almanya û Mexrîbê beşdar dibin û konferans bi rêya 8 penelan birêve diçe. Di konferansê de çend vekolînên li ser komkujiya miletê kurd dê werin pêşkêşkirin ku Navenda Vekolînên Komkujiya Zanîngeha Duhokê digel Navenda Zankoya Beşîkçî ya Duhokê bi encamdana konferansê rabûne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin