Li Efrînê çekdaran jin û mêrek revand

Li Efrînê çekdaran jin û mêrek revand

PeyamaKurd - Çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê, îro 2yê Mijdarê li gundekî Efrînê jin û mêrek revandin.

Li gorî ragihandina jêderên ji Efrînê, koma çekdar a bi navê Polîsê Leşkerî bi ser gundê Çobana yê li navçeya Cindirêsê girt û welatiyê bi navê Îsmaîl Hesen Hemû û jina wî Bêrîvan Hiso revandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji roja 18ê Adara 2018an ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar hatiye dagirkirin ve, bi hezaran kurdên Efrînê hatine revandin ku hin ji wan hatine kuştin, hinek bi fîdyeyê hatine berdan û aqûbeta hin revandiyan jî nediyar e.

Herwiha komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li aliyê din jî dizî û talana xelkê resen ê Efrînê berdewam dikin û guhertina demografiya herêmê jî bi bicihkirina malbatên xwe didomînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin