Li Efrînê du komên çekdar bi hev ketin: Kustî û birîndar hene

Li Efrînê du komên çekdar bi hev ketin: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şer di navbera komên çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve yên li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bicih bûne de, derket.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) koma bi navê Tumena Hemza û Ahrarûş Şam bi hev ketine û di navbera wan de şer û pevçûnên dijwar rû dane.

Hat diyarkirin ku di pevçûnan de kesek hatiye kuştin û gelek kes ji her du aliyan birîndar bûne.

Herwiha SOHRê daye zanîn ku li herêmê hêzên teqwiye hatine bicihkirin û hin rê jî hatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin