Li Efrînê qedexeya derketina derve dewam dike

Li Efrînê qedexeya derketina derve dewam dike

PeyamaKurd – Rêvebiriya Asayîşa bajarê Efrînê bi sedema aramiyê û parastina ewlehiyê qedexeya derketina derve ragihandiye. Qedexe seet di 20.00an de destpêkir û wê heya 02.00an dewam bike. Asayîşê ragihand ku biryar bi sedema parastina yekîtiya pêkhateyan hatiye dayîn.

Rêvebiriya asayîşê ragihand ku divê herkes ji remzên netewî re rêz bigre û qiymetên biratiyê yên pêkvejiyanê bên parastin. Kesên li pey qedexeyan neçe dê bên cezakirin.

Rûdan çine ku qedexe hat ragihandin?

Berdestê êvarê li Efrînê ahengên pîrozbahiya Newrozê dihatin kirin lê grûbên ku ji Helebê çûn Efrînê, êrîşî nîşanên milletê Kurd kirin, li wan heqaretê kirin û hemû kiryarên li dijî Kurdan ketin ser medya civakî.

Biryar, piştî rûdadan hat dayîn û ji bo ber li qewimandinan bigrin, li bajêr tedbîrên tund hatin girtin.

Rêvebiriya asayîşê ragihand ku pêwiste temamê cejnên netewî û aheng di navbera cûre civakan de, bibe wesîla aştiyê û hezkirinê.