PeyamaKurd – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê şer di navbera komên çekdar de derket û di encamê de çekdarekî firqeya Hemze bi giranî birîndar bû.
Li gor çavkaniyên xwecihî li Efrînê belav kirine, şer û pevçûn di navbera çekdarên koma Hemze û çekdarên Eşîra Miwalî li Efrînê de derket û di encamê de çekdarekî firqeya Hemze bi giranî birîndar bûye.
Herwiha heman çavkanî eşkere dikin ku çekdarên Eşîra Miwalî xalên pişkinînê li derdora Efrîn danîne û çekdarên koma Hemze digirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin