PeyamaKurd – Li Efrînê û çend deverên din yên di bin kontrola Tirkiyê de, li dijî Tirkiyê welatiyan xwepeşandan kirin û avahiya saziya elektrîkê ya Efrînê hat şewitandin.
Li gor dîmenên hatina belavkirin, li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dijî saziyên Tirkiyê hatine kirin û saziya elektrîkê ya li bajarê Efrînê hatiye şewitandin û kelûpelên li nav avahiyê hatine şikandin.
Hat zanîn, nerazîbûn ji ber xerabiya rewşa elektrîkê û bilindkirina bihayê elektrîkê û xerabiya rewşa jiyanê pêk hatiye.
Herwiha xwepêşanderan dirûşmên li dijî Tirkiyê gotin û yek ji dirûşmên wan ew bû ku bila Tirkiye ji herêmê derkeve.
Herwiha piraniya xwepêşanderan jî, ji derveyî Efrînê hatine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin